Kenanî: “Bersiva Îranê himberî destdirêjkeran bersiveke teqil û poşmanker e”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê ragihand ku bersiva Komara Îslamî ya Îranê hibmerî gotinên bigef ên Wezîrê Karên Derve û Rawêjkarê Konseya Ewlehîya Neteweyî ya Amerîkayê bersiveke teqil û poşmanker e.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand ku dewleta Amerîkayê divê haya wê ji berpirsîyên hiqûqî û navneteweyî yên gotinên bigef ên dijî Komara Îslamî ya Îranê hebe û ser dûhatên sîyasî yên gotinên wiha handêr hizir bike.
Wî herwha got: “Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî berdewam pêgirî ser biaştîbûna bernama navokî ya xwe kirîye û raporên berdewam ên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) vê yekê diselimîne û herwiha çeka navokî ti cihek di doktorîna ewlehîya neteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê da tine.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê têkildarî idiaya pêkenî ya piştgirîya Amerîkayê ji gelê Îranê jî got: “Dewleta Amerîkayê û çend şirîkên wê yên ewropî dê ji domandina derewên têkildarî meseleyên hundurê Îranê ti encamekê bi dest nexin, lê Îran dê kiryarên wan ên dijberane bişopîne û helbet dewleta Amerîkayê baş dizane ku Komara Îslamî ya Îranê ti destdirêjîyeke ser war û berjewendîyên xwe qebûl nake û himber destdirêjkeran bersiveke teqil û poşmanker dide.”