Çile 30, 2023 16:44 Asia/Tehran
  • Kardarê Ukraynê li Tehranê bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat bangkirin

Li pey gotinên kêşesaz û destwerderane yên şêwirmendê serokkomarê UKraynê û pejirandina nerasterast a beşdariya vî welatî di êrîşa li ser navendeke pîşeyên berevaniyê ya ser bi Wezareta Berevaniyê ya Îranê li Îsfehanê, Kardarê Ukraynê bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat bangkirin.

Li pey gotinên “Mykhailo Podolyak” şêwirmendê serokkomarê Ukraynê û pejirandina nerasterast a beşdariya vî welatî di êrîşa li ser navendeke pîşeyên berevaniyê ya Wezareta Berevaniyê ya Îranê li Îsfehanê, Kardarê Ukraynê bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat bangkirin.

Şêwirmendê serokkomarê Ukraynê roja Yekşemiyê bi weşandina twîtekê tevî nîşandana helwêsteke bikîn weke tiştê ku ji aliyê navendên medyayî û siyasî yên Rejîma Siyonîst va hatibû hilêxistin, qala beşdariya Kiyêvê di kiryara dijî navenda Wezareta Berevaniyê li Îsfehanê kir.

Wezareta Berevanî û Piştevaniya Hêzên Çekdar a Îranê ragihand, Êvara Şemiyê navendeke pîşeya berevaniyê ya ser bi Wezareta Berevaniyê li Îsfehanê ket ber êrîşa serneketî ya hûre-xwefirran ku yeke wan bi derbeya bergiriya asimanî ya  navendê û diduyên din jî ketin nav davikên bergiriya asimanî û hatin teqandin.

 

Serepeyv