Çile 30, 2023 14:47 Asia/Tehran
  • Komkeştiya Leşkerî ya 89an a Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê berê xwe da avên azad

Komkeştiya leşkerî, itilaatî û perwerdehiyê ya hejmara 89an a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê berê xwe da avên azad ên navneteweyî.

Komkeştiya leşkerî, itilaatî û perwerdehiyê ya hejmara 89an a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji Bendergeha Konarekê li Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê berê xwe da avên azad ên navneteweyî.

Komkeştiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê pêştir jî bi awayekî berbiçav memûriyetên xwe li nav oqyanûs û avên navneteweyî bi cih anîne.

Li gorî rapora Tasnim News'ê, Emîr edmîral Şehram Îranî Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di rêûrisma birêkirina Komkeştiya Leşkerî ya 89an a Hêza Deryayî ya Artêşê da got: “Ev komkeştiya leşkerî, itilaatî û perwerdehiyê bi memûriyeta pêkanîna dewreya Hînbûn û Ceribandina Kar ji bo xwendekarên Zanîngeha Efseriyê ya Îmam Xumeynî (Re) ya Nûşehrê ji Bendergeha Konarekê ber bi avên azad ên navneteweyî va bi rê ket.”

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: “Komkeştiya Leşkerî ya 89an a Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê her wiha di heyama hebûna xwe li nav avên navneteweyî dê rola parastina keştiyan jî bi cih bîne.”

 

Serepeyv