Çile 30, 2023 12:03 Asia/Tehran
  • Duyemîn Pêşangeha Navneteweyî ya IRANGEO’yê li Tehranê hat vekirin

Duyemîn pêşangeha navneteweyî ya destkeftên zanistbingeh ên di warê Jeomatîkê da an jî Pêşangeha Navneteweyî ya “IRANGEO”yê li Tehranê hat vekirin.

Li gorî rapora IRNA’yê, Pêşangeha “IRANGEO”yê cihek ji bo beşdariya hemî çalakên vî warî ji wan rêxistinên berhemêner zanyariyên li ser cih û mekanê, rêxistinên behrewergir, kompaniyên xusûsî û zanistbingeh û zanîngehan e da ku bi raberkirina şiyanên xwe û bikaranîna potensiyelên heyî, hewcetiyên welêt bo dahênan û teknolojiyê di vî warî da dabîn bikin.

Di duyemîn Pêşangeha Navneteweyî ya IRANGEO’yê da 4 berhemên zanistbingeh di warê jeomatîkê da hatin nimandin.

Sekreterê Erkatniya Geşepêdana Teknolojiyên Warê Fezayî û Veguhestina Pêşketî derbarê vê pêşangehê got: “Pêşangeha Navneteweyî ya IRANGEO’yê heta 12ê Behmenê (1ê Sibatê) li Salûna hejmara 7an a Pêşangeha Navneteweyî ya Tehranê mazûvaniya hezkirî û çalakên warê Jeomatîkê dike.”

 

Serepeyv