Çile 26, 2023 15:44 Asia/Tehran
  •   Helwêsta Rêberê Înqilabê derheq bêrêzîya dînane li Qurana Pîroz li Ewropayê

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî wek berteka li hemberî bêrêzîya dînane li Qurana Pîroz li çend welatên ewropî, tekez kir: “Bêrêzîya dînane li Quranê bi dirûşma Azadîya Raderbirrînê nîşan dide ku armanca êrişên îstikbarê, esl û esasa Îslam û Quranê ye.”

Şeva derbasbûyî Rasmus Paludan serokê partiya rastgir a zêdegav a “Hêla Dijwar” a Danîmarkê nisxeyeke Quranê li nêzikî balyozxaneya Tirkiyê Stokholmê di nava tevdîrên giran ên ewlehiyê yên ji aliyê polîs va şewitand.

Ev kiryara Paludanî bin tundî ji aliyê misilmanan û welatên îslamî va hat şermezarkirin û rexne li dewleta Swêdê ji ber pêşînegirtin li vê kiryarê hat girtin.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Parastin û Weşandina Berhemên Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bi weşandina nivîsekê li ser rûpela xwe ya Twitterê ya bi erebî, helwêsta Rêberê Înqilabê derbarê bêrêzîya dînane li Qurana Pîroz li çend welatên ewropî weşand û nivîsî: “Bêrêzîya dînane li Quranê bi dirûşma Azadîya Raderbirrînê nîşan dide ku armanca êrişên îstikbarê, esl û esasa Îslam û Quranê ye.”

Rêberê Înqilabê di dewama vê nivîsê da ragihand, tevî komploya îstikbarê, ronahiya Quranê roj bi roj geştir bûye û pêşeroj ya Îslamê ye. Hemî azadîxwazên cîhanê divê li kêleka misilmanan li dijî siyaseta qirêj a bêrêzîya li pîrozwerîyan û belavkirina nefretê rawestin.

 

 

Serepeyv