Çile 25, 2023 19:46 Asia/Tehran
  •  Hêla berhemanîna Têlên Pola li Kompaniya Polaya Kawe’ya Erwendê hat vekirin

Hêla berhemanîna Têlên Pola yên Badayî anku ‘Meftûl’ê li Kompaniya Polaya Kawe’ya Erwendê bi amadebûna Serokê Binyata Mistezefên Înqilaba Îslamî û Parêzgarê Xûzistanê hat vekirin.

Rêûrisma vekirina Hêla berhemanîna Têlên Pola anku Meftûlê li Kompaniya Polaya Kawe’ya Erwendê roja 24ê Çileya 2023an bi amadebûna Seyid Perwîz Fettah Serokê Binyata Mistezefên Înqilaba Îslamî û Elî-Ekber Hisênî Mihrab Parêzgarê Xûzistanê hat lidarxistin.

Seyid Perwîz Fettah Serokê Binyata Mistezefên Înqilaba Îslamî got: “Du sal berê hêla yekem a vê karxaneyê ji bo berhemanîna şîşikên hesin anku ‘Mîlgêrd’an bi kapasîteya 400 hezar ton di salê da amadeyî xebatê bû. Me wê demê biryar da ku hêla duyem li gorî hewcetiya welêt û bi sermayeguzariya Binyata Mistezefan û bi destê zanyar û mihendisên îranî veguherînin Meftûlê.”

Li gorî rapora ISNA’yê, Fettah her wiha got: “Hêla berhemanîna Meftûlê li Kompaniya Kawe’yê ji hindik hêlan e ku berhemanîna Şîşikên hesin û Meftûlê tê da li bilindahiyeke çend mitrî ji erdê pêk tê.”

 

Serepeyv