Çile 23, 2023 19:40 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Peywendiyên aboprî navbera Tehran û Moskoyê xurt dibin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di hevdîtina digel Vyacheslav Volodin Serokê Dûmaya Rûsiyê da tekez kir: Peywendiyên aborî navbera Tehran û Moskoyê berdewam tên xurtkirin.

Seyid Îbrahîm Reyîsî roja Duşemiyê li Tehranê bi Serokê Dûmaya Rûsiyê ra hevdîtin pêk anî.

Li gorî rapora IRAN Press'ê, Reyîsî di hevdîtina digel Serokê Dûmaya Rûsiyê da got: Behrewergirtin ji potensiyelên Tehran û Moskoyê tevî dabînkirina berjewendiyên du welatan, dikare berjewendiyên navçeyî jî dabîn bike.

Reyîsî bi gotina vêya ku peywendiyên Tehran û Moskoyê berdewam xurt dibin, got: Du welat di warên cûr bi cûr ên bazirganî, enêrjî, tranzît û veguhestinê xwedî potensiyelên zehf in ku dikarin ji bo berfirehkirina hevkariyan çalak bibin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha bi gotina vêya ku Îranê cihanîna tam a lihevkirinên digel Rûsiyê dişopîne, got: Potensiyelê du aliyan dikarin hevdu bikemilînin û behreweergirtina ji wan dikare ji bilî dabînkirina berjewendiyên du welatan, berjewendiyên navçeyî jî dabîn bike.

Serokê Dûmaya Rûsiyê jî di vê hevdîtinê da helwêsta Reyîsî derbarê xurtkirina peywendiyên navçeyî û hevgirtinê ji bo berfirehkirina hevkariyên du welatan hêsanker zanî.

Vyacheslav Volodin got: Nêrîna Rûsiyê jî derbarê xurtkirina asta danûstandinan digel Komara Îslamî ya Îranê ev e û destûrkara Moskoyê li gorî vîn û îradeya serokên du welatan hewildana ji bo berfirehkirina hevkariyan bi awayê berdewam e.

 

Serepeyv