Çile 17, 2023 16:20 Asia/Tehran
  • Îsal bayê 38 miliyar dolar kelûpelên îranî hinardeyî 19 welatan hatiye kirin

Gumrika Îranê ragihand, Asta giştî ya Hinardekirina Îranê bo 19 welatan ji wan welatên cînar di 10 mehên destpêkê yên sala 1401ê da anegorî vê heyamê di sala 1400î da sedî 23 zêde bûye.

Li gorî rapora amara weşandî ji aliyê Gumrika Îranê va, Îranê ji destpêka sala 1401ê da (21ê Adara 2022an) bayê 89 miliyon û 691 hezar ton bi bihayê 38 miliyar û 459 miliyon dolar kelûpel hinardeyî Iraq, Tirkiye, Imarat, Efxanistan, Pakistan, Oman, Rûsiye, Komara Azerbaycanê, Ermenistan, Sûriye, Kuweyt, Qezaqistan, Qeter, Qirqîzistan, Libnan, Bêlarûs, Çîn û Hindê kiriye ku ji hêla biha va sedî 23 û ji hêla giraniyê va sedî 4 anegorî vê heyamê di sala 1400î da zêde bûye.

Li gorî vê raporê, Ji 22ê Adarê heta 31ê Kanûna 2022an tevahiya asta hinardekirina Îranê tenê bo du welatên Çîn û Hindê gihîşte 27 miliyon û 616 hezar tonî bi bihayê 13 miliyar û 329 miliyon dolarî.

 

Serepeyv