Çile 14, 2023 16:20 Asia/Tehran
  •  Zêde ji 24 miliyar toman krêdî bo kar û pîşeyên navmalî li Parêzgeha Kurdistanê

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Te'avon, Kar û Refaha Civakî ya Parêzgeha Kurdistanê got: Li gorî amara herî dawî, di sala 1401ê (Koça Rojî) da 69 miliyar toman pêşnumaya kar û pîşeyên navmalî bo bankên vê parêzgehê hatin nasandin û ji vê reqemê, 24,5 miliyar toman wek krêdî anku wam hat dayîn.

Li gorî rapora IRNA'yê, Ferzad Pîşekarî Rêveberê Giştî yê Rêxistina Te'avon, Kar û Refaha Civakî ya Parêzgeha Kurdistanê got: Krêdiya terxankirî ya îsal ji bo kar û pîşeyên navmalî li Parêzgeha Kurdistanê 78 miliyar toman e ku 30 miliyar toman ji wê têkildarî Banka Geşepêdana Te'avonê ye.

Wî got: Ji krêdiya terxankirî bo kar û pîşeyên navmalî, pişka Banka Refah'ê 26 miliyar toman, pişka Post Bank'ê heşt miliyar toman û ya 'Banka Keşawerzî'yê jî 14 miliyar toman e.

Rêveberê Giştî yê Rêxistina Te'avon, Kar û Refaha Civakî ya Parêzgeha Kurdistanê got: Di sala 1400î da krêdiya kar û pîşeyên navmalî 43 miliyar toman bû. Di wê salê da hezar û 792 pêşnumayên pîşeyên navmalî hatin nasandin û wama daxwazkirî ji bo hezar û 620 babetî hat dayîn.

Hêjayî gotinê ye, li gorî serhejmariya sala 1395an, miliyonek û 603 hezar niştecihên Parêzgeha Kurdistanê hene ku li 10 şaristan, 32 bajar, 32 beş, 86 gundewar (gundistan) û hezar û 697 gundan dijîn.

 

Serepeyv