Çile 13, 2023 14:22 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: “Cîhan tûşî qeyranên lihevaliyayî bûye”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê li civîna wêbînarê ya wezîrên karên derve ya “Dengê Başûr”, nihêrînên Komara Îslamî ya Îranê têkildarî mijarên girîng ên cîhanî û rola bibandor a welatên başûr di warê navneteweyî da rave kirin.

Hisên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê, roja Pêncşemiyê li axaftina xwe pêgîrî kir: “Hejmarek ji aktorên navneteweyî dewsa hevfikrî û hevkariya ji bo çareserkirina pirsgirêkên cîhanî û çareserkirina qeyranan, ji bo berjewendiyên xwe bi awayekî yekalî hewl didin.”

Wezîrên karên derve yên welatên Hind, Ermenistan, Oman, Maldîv, Panama, Camaîka, Kêniya, Êlsalvador, Gurcistan, Ûganda û Tûnis û Domînîken jî nihêrînên xwe raber kirin.

Pêgîriya li ser çendalîgiriyê û çaksaziya pêvajoyên navneteweyî û pereyî yên pergala navneteweyî bi awayekî ku çaverêtî, ewlewiyet û hevkariya welatên başûr nîşan bide, pêgîriya li ser hevkariyên hevpar ên cîhanî bi taybet di navbera welatên başûr bona sekinîna li hember pirsgirêkên hevpar ên cîhanî ji mêhwerên sereke yên axiftinên wezîrên karên derve yên beşdarî civîna wêbînarî ya wezîrên karên derve ya pêkhateya “Dengê Başûr” bûn.

 

 

Serepeyv