Çile 12, 2023 18:30 Asia/Tehran
  •  Reyîsî: “Boykot li himberî vîna polayî ya gelê Îranê têk çûn”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: “Hewla dijmin ji bo sepandina zexta herî zêde û asêkirina gelê Îranê li himberî vîna polayî ya vî gelî têk çû.”

Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî îro di merasima destpêkirina karê veguhestina ava Kendava Farsê bo navenda Îranê û vekirina 16 projeyên pîşeya av û ceryanê li parêzgeha Yezdê li navenda Îranê got: “Plan û projeyên ku nika tevî boykotan tên cihanîn, xîret û vîna polayî ya gelê Îranê li himberî wan boyotan ray dide.”

Reyîsî herwiha got: “Dewleta Îranê bibiryar e ku projeyên mezin bi cih bîne û em dikarin pirsgirêkên welêt bi durişma “Em dikarin”, palpiştiya li Xwedê û sûdwergirtina ji imkan û potansîyelan di serî da ji “mirovên karker ên bawermend û sozdar ên li meydanê çareser bikin.”

Hevdîtina digel çalakên pîşeyan, seredana yekîneyeke berhemînanê ya vejîyandî, beşdarîya di cejna salvegera jidêbûna hezreta Fatimeya Zehra (S) û pişikdarîya di civîna hevpar a Desteya Wezîran û Konseya Idarî ya parêzgeha Yezdê da ji wan karên Reyîsî di seredana yekrojî ya bo parêzgeha Yezdê da ne.”

 

 

Serepeyv