Çile 12, 2023 13:39 Asia/Tehran
  • Berfirehkirina hevkariyên zanistî û zanîngehî di navbera Îran û Iraqê de

Serokê Zanîngeha Kûtê ya Iraqê amadetiya xwe bona piştgîriya ji birêxistina çiqa Parka Zanist û Teknolojiya Zanîngeha Têhranê li Iraqê ragihand.

Elî Esedî, serokê Parka Zanist û Teknolojiya Zanîngeha Têhranê, di hevdîtina bi Talib El Mûsewî, serokê Zanîngeha Kûtê ya Iraqê da ku li Parka Zanist û Teknolojiyê ya Têhranê hate lidarxistin, bal kişand ser siyaseta Zaningeha Têhranê ser bingeha berfirehkirina hevkariyên zanistî û zanîngehî bi Iraqê re û got: “Yek ji warên herî girîng ji bo berfirehkirina hevkariyan, çavdêriya li ser hevkariyên têklonojîk û zanistbingeh ye ku veguhestina tecrubeya Parka Zanist û Teknolojiyê ya Têhranê bo zanîngehên Iraqê û herwiha birêxistina çiqa parkê li vî welatî yan jî çêkirina parka hevpar dikare pêngaveka girîng û hêsanker be ji bo berfirehkirina hevkariyên her du welatan di warê têknolojiyê da.”

Piştî vê hevdîtinê hewiha Talib El Mûsewî, serokê Zanîngeha Kûtê ya Iraqê seredana çend kompaniyên zanistbingeh yên li Parka Zanist û Têknolojiyê ya Zanîngeha Têhranê kir û destkevtên van kompaniyan nas kirin.

 

Serepeyv