Dosîya şehîdkirina serdar Silêmanî; mêhwera hevdîtina rayedarên dadwerîyê yên Îran û Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338727-dosîya_şehîdkirina_serdar_silêmanî_mêhwera_hevdîtina_rayedarên_dadwerîyê_yên_Îran_û_iraqê
Serokê Desteya Dadwerîyê ya Iraqê û Cîgirê Yekê yê Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê di civînekê da dosîya şehîdkirina serdar Silêmanî û hevrêyên wî hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 10, 2023 12:34 Asia/Tehran
  • Dosîya şehîdkirina serdar Silêmanî; mêhwera hevdîtina rayedarên dadwerîyê yên Îran û Iraqê

Serokê Desteya Dadwerîyê ya Iraqê û Cîgirê Yekê yê Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê di civînekê da dosîya şehîdkirina serdar Silêmanî û hevrêyên wî hilkolandin.

Hucet ul Islam Muhemed Museddiq Cîgirê Yekê yê Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê di hevdîtina digel Serokê Desteya Dadwerîyê ya Iraqê Muslim Mut`eb Mudeb da li Têhranê bal kişand ser vê yekê ku desteya hevpar a lêkolînan a her du welatan karekî gellek mezin derbara dosîya şehîdkirina serdar Silêmanî û hevrêyên wî da dike û got: Belgeyên têkildarî fermander û encamderên vê cinayetê brî vîya raberî Iraqê hatine kirin.

Cîgirê Yekê yê Serokê Dezgeha Dadwerîyê ya Îranê ji endamên Lêjneya Lêkolînê ya hevpar a Îran û Iraqê xwest ku biwêjeke sûckarîyê ya guncav û durist anegorî destûrê ji bo tawanbarên vê dosîyê berçav bigirin.

Serokê Desteya Dadwerîyê ya Iraqê jî di vê hevdîtinê da got ku pêngavên hiqûqî û dadwerîyê yên pêwîst têkildarî kesên destê wan di vê cinayetê da hebûye, di her post û cîgehekê da bin, divê bên rakirin û cihanîn.