Çile 09, 2023 15:53 Asia/Tehran
  • “Armanca ajawegêriyan jinavbirina xalên hêzên yên welêt bû, ne wêdadayîna lawaziyan”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî bûyerên dîrokê yên guherînan çê dikin, wek serçaviyên tecrubeyên mezin ên hînkirinê an jî misogerî ji bo suneteke xwedayî bi nav kirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî îro di salvegera serhildana dîrokî ya gelê Qumê di 9ê Çileya 1978an da, di hevdîtina digel komeke gelê vî bajarî, bîranîn û derswergirtin ji bûyera mezin a 9ê Çileya 1978an li Qumê pêwîst zanî û got: “Bizava mezin ku bi aldariya gelê bawermend û înqilabî yê Qumê li seranserî welêt dest pê bû, hilweşandina rejîma dîktatorî, rizgarkirina Îranê ji heliyana bi destê welatên rojavayî û vejiyandina pênaseya dîrokî û îslamî ya welêt dişopand, ji ber ku Îrana serdema Pehlewiyan di bin dest û piyên çanda xelet û serdestiya siyasî-leşkerî ya amerîkiyan da hatibû pelixandin.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî 'Berevaniya Pîroz' wek mînaka ronî ya encamwergirtina gel ji hesta erkdariyê, pêngavrakirina di demê da û pêşwazîkirina xeteran bi nav kir û got: “Sedam, dîktatorê îdambûyî yê Iraqê bi derfetên zehf û piştevaniya Amerîka, Soviyet, NATO û welatên paşverû û bi armanca parçekirina Îranê êrîş kir, lê Îran di vê 'Cenga Hizban' da ser ket û wan nekarî ti xeletekê bikin û heta bihostek ji axa welêt nehat cidakirin.”

Hezretê Ayetullah Xamineyî, serkeftina Înqilabê û rizgariya Îranê ji bin serdestiya giran a Amerîkayê wek sedema sereke ya dijminatiya tev Pergala Îslamî zanî û tevî amajeya bi weşandina belgenameya rêzebendîkirî ji aliyê navendeke amerîkî ya nasyar derbarê destûra “Jimmy Carter” serokkomarê Amerîkayê yê wê demê ji bo hilweşandina Komara Îslamî, xwe jî tenê 10 mehan piştî serkeftina Înqilabê, got: “Li gorî vê belgenameyê, Carter destûr dide CIA'yê ku Komara Îslamî hilweşîne û stratejiya yekem ku wî ji bo hilweşandinê amaje pê kiriye, bikaranîna amûra propagandayê ye.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di beşeke din a axaftina xwe da armanca plandarêjên ajawegêriyan vekoland û got: “Destê dijminê biyanî di van bûyeran da tam xuya bû û eva ku dema qala dijminê biyanî tê kirin, hinek wê yekê înkar dikin û dibêjin, hûn ji ber van bûyeran sûcdar in, ne rast e.”

Wî tevî amajeya bi rola aşkira û teqil a amerîkî û ewropiyan di bûyerên vê dawiyê da got: “Amûra herî girîng a dijmin di van ajawegêriyan da parpaganda û handana bi rêya torên civakî û medyayên rojavayî, erebî û ibrî bû.”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tevî şirovekirina vê meseleyê, amaje bi armancgirtina xalên hêzên weke ewlehiya welêt, rawestandina pêşketina zanistî bi rêya betalkirina navendên perwerdehî û zanistî, rawestandina geşatiya berhemanîna navxweyî, her wiha rawestandina meseleyên di halê geşbûnê ji wan geştyariyê kir û got: “Helbet ti şikek di hebûna pirsgirêka aborî û debara jiyanê da tune; lê gelo ev pirsgirêk bi şewitandina zibildankan û ajawegêriyên li nav kolanan çareser dibe?”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: “Bê guman ev kar xiyanet in û saziyên berpirs jî bi awayekî cidî û edlane li hemberî xiyanetê disekinin.”

 

Serepeyv