Çile 09, 2023 15:18 Asia/Tehran
  • Qalîbaf : “Asya ji pergala navneteweyî ya nû û edlane ra mînak e”

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di axaftina xwe ya destpêkirina dora sêzdehem a Civîna Civata Gelemperî ya Meclîsên Asyayî (APA) da tekez kir: “Pêşketin û geşatiya Asyayê gelekî zêde ye û bi vê rastiyê “Mûciza Asyayî” serê xwe digire.”

Muhemedbaqir Qalîbaf Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro di merasima destpêkirina dora sêzdehem a Civîna Civata Gelemperî ya Meclîsên Asyayî ya bi mazûvaniya Tirkiyê da, got: “Em hewcedarê pêkhatina pergaleke navneteweyî ya nû û edlane ne ku Asya mînak û serçaviya wê ya sereke be.”

Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê her wiha got: “Welatên Rojavayî hewl didin ku nirxên xwe yên çandî wek nirxên çêtir bidin nasandin û bi şêwazên cûr bi cûr wan li ser civatên asyayî bisepînin ku wek mînaka wan a herî dawî, kovara fransî ya bêrûmetker bi piştevaniya dewleta vî welatî bêrêzî li merceyê cîhana şîeyan û îslamê, Hezretê Ayetullah Xamineyî kir.”

Qalîbaf got: “Ev gişt nîşan didin ku welatên asyayî divê bi hevkariya zêdetir li hemberî vê yekalîtîşopiyê ku berdewam qelaşa navbera bakur û başûr zêdetir dike, her wiha êrîşên ku zirarê digihînin pênaseya çandî ya gelan, rawestin.”

 

 

 

Serepeyv