Çile 09, 2023 10:38 Asia/Tehran
  • Berhemanîna Nanopêçekên bi qabiliyeta pêşîgirtin li qutbûna elektrîkê

Nanopêçek ji pelên gelekî nazik ên di radeya nanoyê (yanî bi stûriya ji çend deh heta çend sed nanometr) ra tê gotin ku bi mebesta pêkanîna an baştirkirina taybetmendiyên weke parastin li hemberî rizîbûn, av û cemedê, kêmkirina lihevxuşikînê, taybetmendiyên dijebakterî û hwd li ser astekê tên pêçandin.

Nanopêçekên kompaniyeke dahêner ku di sîstemên veguhestina elektrîkê da tên bikaranîn, ji ber taybetmendiya xwe ya dije-avê, berxwedaneke zehf li hemberî qirêjbûnê hene û pêşî li qutbûnên elektrîkê digirin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Di sîstemên veguhestina elektrîkê da cidakereke elektrîkî ya bi navê "Meqerre" an jî Gîreya Çînî (Pin insulator) ji bo rêgirtin li derbasbûna nexwestî ya ceryanê bo erdê tê bikaranîn ku roleke girîng di baştirkirina xebata veguhestina elektrîkê heye; lê carinan toz û qirêjî li ser vê meqerreyê rûdine ku dibe sebeba qutbûna elektrîkê.

Vê dawiyê kompaniyeke çalak di warê teknolojya Nano'yê da kariye nanopêçekek ji bo pêçandina van meqerreyan çê bike ku dibe sebeb toz û qirêjî kêmtir li ser asta wan rûne.

Nîma Heqşinas got: Ev pêçek pêçekekek sîlîkon e û ji bilî mayîndetîya bilind, di şert û mercên keşûhewayê yên cûr bi cûr da nemaze di hewayê bi asta şê û nêma bilind da karayîyeke guncan dabîn dike.

Ev teknolojî ji bilî pîşeya elektrîkê, ji bo parastina binesazî û kevirên avahîyan li hemberî avê jî dikare were bikaranîn.

Serepeyv