Çile 08, 2023 15:38 Asia/Tehran
  •  Kenanî: Mafê Fransayî yê bêrêzîkirina li welat û şopînerên dînên xwedayî tune

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê bal kişande ser bêrêziya kovara fransî ya bi navê "Charlie Hebdo"yê û îdiaya Azadiya Raderbirrînê li vî welatî û tekez kir: "Fransayê mafê xwe yê bêrêzîkirina li welat û şopînerên dînên xwedayî tune."

Li gorî rapora IRNA'yê, Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê roja Yekşemiyê li ser hesaba xwe ya Twitterê tamî li rayedarên Fransayê kir û nivîsî: "Fransayê bi raboriya xwe ya dîrokî û reş a koledarî, binpêkirina mafên mirov û Azadiya Raderbirrînê li nav û derveyî vî welatî, mafê xwe tune ku bêrêziya bêşermane li pîrozweriyên welatên din û gel û şopînerên dînên xwedayî bi benaheya Azadiya Raderbirrînê pîne bike."

Kenanî her wiha nivîsî: "Tiştê ku rayedarên niha yên Fransayê divê berçav bigirin, rêzikên bingehîn û bêveger di peywendiyên navneteweyî da yanî rêzgirtina dualî, destwernedana li karên navxweyî yên welatên din û rêzgirtina li nirx û pîrozweriyên neteweyî, dînî û mezhebî yên kesên din in."

Kovara fransî ya bi navê "Charlie Hebdo"yê ku pêştir bêrêzî li kesayetiya Pêxemberê Îslamê (S) kiribû, vê dawiyê pêşbirkek bi armanca weşandina karîkatorên îhanetbar li merceyîyeta dînî û siyasî li dar xist û li pey vî karî gelek rexne li vê kovarê û siyaseta Fransayê di warê tiştê ku wek Azadiya Raderbirrînê bi nav dike, derketin holê.

 

Serepeyv