Çile 07, 2023 16:12 Asia/Tehran
  • Li parêzgeha Gîlanê girtina Masîyên Hestî sedî 11 zêde bû

Çar hezar masîgirên parêzgeha Gîlanê li bakurê Îranê piştî derbasbûna 3 mehan ji destpêka mewsima masîgirtinê li vê parêzgehê 733 ton cûreyên Masîyên Hestî girtin.

Li gorî rapora IRNA'yê, Kûroş Xelîlî Rêveberê Giştî yê Avjîmeniyê yê parêzgeha Gîlanê got: Bi destpêbûna mewsima masîgirtinê ji 22ê meha Mêhrê (12ê Cotmehê) heta deh rojên destpêka zivistanê, derdora çar hezar masîgiran li 46 "Perreyên masîgirtinê" yên Gîlanê ji Astara heta Çabokserê karîn 733 ton cûreyên Masîyên Hestî bigirin ku ev yek anegorî heyama sala par sedî 11 zêde bûye.

Rêveberê Giştî yê Avjîmeniyê yê parêzgeha Gîlanê her wiha got: Di vê heyamê da 482 ton masîyên Kefal beranberî sedî 65, 236 ton masîyên sipî beranberî sedî 32 û 15 ton cûreyên din ên Masîyên Hestî beranberî sedî 3 hatine girtin.

Gîlan ji navendên sereke yên masîgirtinê li bakurê Îranê ye. Li vê parêzgehê çar hezar masîgir di çarçoveya 50 kompaniyên hevkariyê yên Perre ji 10ê Cotmehê heta 10ê Nîsana sala din bi dirêjahiya 300 kîlometr li peravên parêzgehê masîyan digirin.

Şêwaza "Perre"yê ji bo masîgirtinê şêwazek e ku tê da tora amadekirî bi alîkariya belemekê bi awayê nîv-xelek di navbireke diyarkirî ji peravê heta 14 metran di nava deryayê da tê vegirtin.

Tora bikarhatî ji 11 perreyan bi mezinahiyên cûr bi cûr ên lihevdirûtî pêk hatiye û rakêşkirin û berhevkirina torê pêştir ji aliyê mirov û niha bi traktorê pêk tê.

Hêjayî gotinê ye, Masîyên Hestî (Bony fishes) bi navê xwe yê zanistî "Osteichthyes" komeke masîyan bi sklêta ji hestî ye û gelek cûreyên masîyan digire ber xwe.

Serepeyv