Wezareta Karên Derve ya Îranê balyozê Fransayê ban kir
Bi dû kiryara rezîl û kirêt a belavokeke fransî ku bêrêzî li merceyê dînî, nirxên pîroz ên dînî û neteweyî kir, balyozê Fransayê li Têhranê bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hat bankirin.
Belavoka ‘Charlie Hebdo’ çapa Fransayê pêşbirkeke navneteweyî ya karîkatoran bi rê xist û di hejmara xwe ya taybet bi 4ê Çilleyê da hin dîmen û wêneyên gellekî kirêt û rezîl digel peyvên kirêt û bêrêzane çap kirin û weşandin.
Bi dû vê yekê Wezareta Karên Derve ya Îranê balyozê Fransayê ban kir û Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî nerazîbûna tund a Têhranê himberî Parîsê ragihandê û got: Komara Islamî ya Îranê bêrêzîya li nirxên xwe yên pîroz ên islamî, mezhebî û neteweyî qet qebûl nake û ne mafê Fransayê ye ku bi heceta azadîya raderbirrînê, bêrêzîyê li nirxên pîroz ên welat û gelên misilman pîne bike û rewa bide nîşandan.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amajeyî rabihorîya reş a belavoka ‘Charlie Hebdo’ ya Fransayê di warê bêrêzîya li kesayetîya Resûlê Ekrem (S), Quran û dînê islamê kir û got: Komara Islamî ya Îranê dewleta Fransayê berpirsyara dûhatên vê kiryara nefretçêker, bêrêzane û narewa dizane.
Balyozê Fransayê li Têhranê Nîkolas Rêş jî di bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da pêgirî kir ku nêrîn û nerazîbûnên têkildarî mijarê zûka bigihîne rayedarên welatê xwe.