Çile 04, 2023 20:24 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilabê: “Welatên rojavayî yên nûxwaz li himber rûmeta jinan cinayet kirine”

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî got: “Meydana karkirinê” û “Lezzet û kêfa ji ber mêzekirina li jinan” du babetên bikaranîna narewa ya jinan ji hêla welatên rojavayî va ne.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî îro di hevdîtina digel bi sedan jinên bijare û çalak di warên çand, civak û zanistê da got: Armanca sereke ya hilêxistina meseleya azadîya jinan li welatên rojavayî ew bû ku wan ji malê kaş bikin nav karistanan ta ku ew wek karkerên erzan werin bikaranîn.

Hezretê Ayetullah Xamineyî amajeyî amar û rastîyên ku heta navendên fermî yên welatên rojavayî radigihînin kir û idia û angaşta welatên rojavayî derara berevanîya ji mafên jinan, “asta herî bilind a rezîlbûn û bêşermîyê” bi nav kir û got: Azadîya ku pergala sermayedarîyê idiaya wê dike, “mînaka êxsîrkirin û bêrêzîyê” himberî jinan e û meriv şerm dike ku heta amajeyî hin macerayan li welatên rojavayî bike.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dîyar kir ku li welatên rojavayî malbat hilweşîyaye û got: Ev xetera bûye sebeb ku ramanwer û hizirvanên xêrxwaz û yên bi dû çaksazîyan di civakên rojavayî da ne jî nerazîbûna xwe bi dengekî bilind nîşan bidin lê têkçûna bere bere ya malbatê li welatên rojavayî wisa ye ku ne pêkanîna çaksazîyê tê da pêkan e û ne jî giritna pêşîya wê.

Hezretê Ayetullah Xamineyî herwiha amajeyî hewlên zef dijî hicabê di bûyerên vê dawîyê da kir û got: Kî himberî wan hewl û bangewazîyana sekinîn? Jin xwe bûn ku rawestan, di halekî da ku hêvîya xêrnexwazan bi jinên qaşo dijberê hicabê bû ta ku hicabê wêda bidin lê jinan ew kara nekirin û kesên bi dû vê yekê bûn, poşman û hêvîşikestî kirin.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dîyar kir ku bê guman hicab pêwîstîyeke şer’î û ne ya binpêkirinê ye û got: Ev pêwîstîya ku ne ya binpêkirinê ye nabe ku bibe sebeb kesên ku hicabê tam berçav nagirin, weke bêdîn an dijî Înqilaba Îslamî werin tawanbarkirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî dîyar kir ku xizmetên Komara Îslamî bo jinan mijareke girîng û nayêjibîrkirinê ye û got: Berî Înqilaba Îslamî, hejmara jinên zane, bijare û lêkoler gellekî kêm bû lê Înqilaba Îslamî bû sedema şînbûna berfire ya jinên bijare bi awayekî ku hejmara xwendekarên keç li zanîngehan ji ya yên kur di hin salan da zêdetir bûye û gellek jin di çiqên curbicur ên zanist û teknolojîyê da kar dikin.

 

 

Serepeyv