Çile 04, 2023 19:27 Asia/Tehran
  • Ciwanekî îranî 4 mîdalên cîhanî di warê dahênerîyê da bi dest xistin

Mamostayekî wanebêj ê ciwan ê îranî bi dahênerîya xwe ya çêkirina kumê paraşûtvanîyê yê hişmend karî mîdala bronz a cîhanê di warê dahênerîyê da bi dest bixe.

Riza Şahwilayetî mamostayê wanebêj û ciwan ê îranî ku kumê paraşûtvanîyê yên hişmend çêkiribû, bi vê dahênerî û xuliqkarîyê di dewra duyem a Pêşbirkên Cîhanî yên Dahênerî û Xuliqkarîyê da mîdala bronz bi dest xist.

Dewra duyem a Pêşbirkên Cîhanî yên Xuliqkaran ên taybet bi Federasyona Cîhanî ya Xuliqkaran bi pişikdarîya 740 xuliqkar û dahênerên ji 32 welatên cîhanê ji wan ên Amerîka, Rûsiye, Çîn, Brezîl, Kanada û welatên din ên endamê vê federasyonê li şarê Jenev ê Swîsê hat lidarxistin.

Riza Şahwilayetî bilî bidestxistina mîdla bronz a vê dewrê, karî belgeya endamtîya dayimî ya Federasyona Cîhanî ya Xuliqkaran jî bi dest bixe.

 

Serepeyv