Çile 01, 2023 13:47 Asia/Tehran
  • Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv, pêşbîniya geşatiya aborî ya Îranê kir

 Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv sala 2023’an wek saleke bi geşatî û rewneq ji bo aboriya Îranê pêşbînî kiriye.

Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv perspektîveke erênî di sala 2023an de ji bo aboriya Îranê resim kir û pêşbînî kir ku îsal 10 pîvanên mezin ên aboriya Îranê anegorî sala par rastî geşatî û baştirbûna rewşê bibin.

Li gor pêşbîniya vê saziya navneteweyî, aboriya Îranê di sala 2023’an de, yê bi qasî 91 milyar dolarî meztintir bibe û bighêje derdora hezar û 700 milyar dolarî.

Berhemanîna Navxweyî ya Îranê li gor pîvana qaweta kirînê ku di sala 2022an de zêde ji hezar û 599 milyar dolar hatiye texmînkirin, di sala 2023’an de yê bighêje hezar û 690 milyar dolarî.

 Bi vî awayî, asta Berhemanîna Navxweyî ya Îranê li gor pîvana qaweta kirînê, yê 865 dolar zêde bibe û ji 18 hezar û 663 dolarî di sala 2022’an bighêje 19 hezar û 528 dolarî di sala 2023’an de.

 

Serepeyv