Kanûn 29, 2022 19:57 Asia/Tehran
  •  Xebata zincîreya Klorê ya herî mezin li Rojavayê Asyayê berdewam e

Berhemanîna zincîreya Klorê ya Îranê li Petrokîmyaya Erwendê wek zincîreya Klorê ya herî mezin li Rojavayê Asyayê, bi kiryarên bibandor ên kompaniyên îranî yên navxweyî heta bi salan hat garantîkirin.

Petrokîmyaya Erwendê wek yek ji berhemhînerên herî mezin ên zincîreya PVC’yê li Rojavayê Asyayê, yekîneya herî mezin a Klor Alkalî (CA) li welêt e.

Ev navend sedî 1’ê Klora cîhanê berhem tîne û xwedana 8 hezar Anod û Katodî yeku temenê wan 24 salî ne û di vê midehê da her 8 salan carekê hewcewdarê vê yekê ne ku careka din werin pêçandin.

Di van salên dawiyê da pêçandina êlêktrodên berhemhînerên ewropî yên alavên Klor Alkalî yên cîhanê, raberî pîşeyên kîmyewî û petrokîmyayê yên Îranê dihat kirin û dema boykotên yekalî yên dijî pîşeya petrokîmyaya welêt, aliyên biyanî xwe ji pêçandina van alavên stratêjîk ku roleka girîng di pêvajoya berhemanînê li yekîneyên Klor Alkaliyê de hene, dûr girt.

Di çarçoveya siyaseta bêminetî û kêmkirin û jinavbirina girêdayîbûna vê navendê bo derve, Kompanya Petrokîmyaya Erwendê bi nasîna kompaniyên kara yên navxweyî, kariye vê navendê nû bike û Anod û Katorên wê bipêçe.

 

Serepeyv