Kanûn 28, 2022 19:59 Asia/Tehran
  • Îran heftemîn berhemênera polayê li cîhanê; Polaya Îranê dê bigihêje YE'yê

Berhemênerekî Polayê li Îranê got: Kêmbûna asta berhemanîna polayê li welatên din bûye sebeb ku pîşeya polaya Îranê gelek pêşniyazan ji bo hinardekirina vê berhema stratejîk bo welatên rojavayî ji wan welatên endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) wergire.

Li gorî nûçeya Fars News'ê, Muhemed Seîdî bal kişande ser pêvajoya berhemanîna polayê li welêt û got: Îran di salên dawî da li nav 10 berhemênerên polayê yên sereke bûye, lê di Mijdara 2022an da pîşeya polaya Îranê bi berhemanîna 2.9 miliyon tonî hilkişiya pileya 7an.

Wî got: Îranê di meha Mijdarê da welatine mîna Tirkiye, Almanya û Brezîlê li pey xwe hiştin.

Vî berhemênerê polayê got: Berhemanîna polayê li welatên YE'yê ji ber qeyrana enêrjiyê ya pêkhatî di encama kêmbûna gaza xwezayî da sedî 10.1 kêm bû. Li welatên din ên parezemîna Ewropayê jî rêjeya berhemanînê sedî 11.2 kêm bû.

Seîdî got: Ev kêmbûna berhemanînê bû sebeb ku gelek pêşniyaz ji bo hinardekirina vê berhema stratejîk bo welatên rojavayî ji wan welatên ewropî raberî pîşeya polaya Îranê bên kirin.

 

Serepeyv