Kanûn 26, 2022 14:26 Asia/Tehran
  • Cudakerên raserdeng ji bo jinemkirina gaza xwezayî di pîşeya gazê da

Lêkolerên Zanîngeha Pîşeyî ya 'Emîr-Kebîr'ê li Tehranê karîn cudakerên raserdeng (ultrasûnd) ji bo jinemkirina gaza xwezayî di pîşeya gazê da çê bikin.

Li gorî rapora IRNA'yê, ev berhem di devika bîrên gazê da û ji bo jêbirina nema gaza xwezayî û veqetandina şilekiyên gazê ji gaza xwezayî tê bikaranîn.

Li gorî rapora IRNA'yê, Sîna Nebatî derçûyiyên asta doktorayê ji Zanîngeha Pîşeyî ya 'Emîr-Kebîr'ê li Tehranê û cihênerê plana Vekolandina pêvajoya cudakirina şilekiyan ji gazê û eyarkirina niqteya şevnemê bi rêya bikaranîna cudakerên raserdeng û Henefên Joule-Thomson got: Ji beşên herî girîng ên têkildarî pîşeya nift û gazê, cudakirin û wergirtina şilekiyên gazê ye.

Wî her wiha got: Ji ber ku karayîya şêwazên heyî yên cudakirina şilekiyên gazê ji wan pêvajoya Joule-Thomson û Turbo Expnader'ê hindik e, loma divê şêwazek were raberkirin ku eyb û kêmasiyên şêwazên berê ji holê rake.

Vî lêkolerî di dewamê da got: Yek ji van şêwazan ku dibe sebeba baştirbûna karayîya cudakirinê û bandorên ziyanbar li jîngehê nake, cudakera raserdeng (Ultrasonic separator) e.

Nebatî her wiha got: Ev amûr tam nû ye û dikare karayîyeke baştir anegorî cudakerên raserdeng ên heyî raber bike.

 

Serepeyv