Kanûn 23, 2022 16:23 Asia/Tehran
  •  Berhemanîna polayê li Îranê sedî 8,5 zêde bûye

Saziya Cîhanî ya Polayê (WSA) ragiahnd: Di rewşekê da ku berhemanîna polayê li cîhanê di 11 mehên heta dawiya Mijdara 2022an da sedî 3,7 kêm bûye, Îranê kariye bi zêdekirineke sedî 8,5, nêzikî 28 miliyon ton polayê di vê heyamê da berhem bîne.

Li gorî rapora IRNA'yê, Saziya Cîhanî ya Polayê (WSA) di rapora xwe ya herî nû da qala zêdebûna berhemanîna polayê li Îranê bi qasî sedî 8,5 di 11 mehên sala 2022an da kir.

Berhemanîna polayê li Îranê ku di 11 mehên heta dawiya Mijdara 2021ê bi qasî 25 miliyon û 700 hezar ton hatibû ragihandin, di heman heyamê ya sala 2022an da gihîşte 27 miliyon û 900 hezar tonî.

Zêdebûna sedî 8,5 ji destpêka sala 2022an û tevî hebûna boykotên li dijî Îranê di rewşekê da ye ku rêjeya gişt berhemanîna polayê li cîhanê di vê heyamê da sedî 3,7 kêm bûye û di nava 10 berhemênerên polayê yên mezin li cîhanê tenê Îran û Hindê kariye ku asta berhemanîna xwe jorda bibin û asta berhemanîna 8 welatan ji wan ya Amerîkayê kêm bûye.

Asta berhemanîna polayê li Amerîkayê di 11 mehên sala 2022an heta dawiya Mijdarê sedî 5,5 kêm bûye û gihîştiye sedî 74,4 miliyon tonî.

Li gorî vê raporê, Bi giştî derdora 1691 miliyon ton pola di 11 mehên destpêk yên sala 2022an da hatiye berhemanîn.

 

Serepeyv