Kanûn 22, 2022 19:18 Asia/Tehran
  • Kenanî bo Zêlênskî:

 Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê tawanên pûç û bêbingeh û dervey exlaqê ji aliyê Serokkomarê Ukraynê li kongreya Amerîkayê li dijî Îranê şermezar kirin û got: Bila Zêlênskî bizanibe ku sebra Îranê ya stratejîk li hember tawanên pûç yê bi dawî bibe.

Vlodîmîr Zêlênskî, Serokkomarê Ukraynê ku bo cara ewilî piştî şerê Ukraynê û bi hêviya xurtkirina hêza berevaniyêya vî welatî û dewama piştgiriya amerîkiyan ji şêr, serdana Waşîngtonê kiriye. Di civîna bi endamên kongreya Amerîkayê re cardinê bi dubarekirina îdiaya hevkariya Îran û Rûsiyê û sûdwergirtina Moskowayê ji xwefirên Îranê li êrişa ser Teşkîlata Ukraynê, daxwaza piştgiriya kongeyra Amerîkayê ji Ukraynê, li şerê li hember Rûsiyê kir.

 Nasir Kenanî, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê roja Pêncşemiyê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê bi caran bersiva tawanên pûç ên rayedarên ukraynî li mijara îdiayî ya xwefiran daye û got: Cardinê tê teqezkirin ku Komara Îslamî ya Îranê tu amûrên cengê û yên leşkerî bona bikaranîan li şerê Ukraynê nedaye tu aliyekî.

 Kenanî destnîşan kir: Îranê hertim rêzê ji yekperçetiya axa welatan û ji wan Ukraynê girtiye û divê serokkomarê vî welatî bizane ku sebra Îranê ya stratejîk li hember tawanên pûç dê bi dawî bibe.

 Rayedarên Komara Îslamî ya Îranê pêştir jî îdiayên bêbingeh derbarê şandina xwefirên îranî bo Rûsiyê ji bo bikaranîna li şerê Ukraynê red kirin.

 

Serepeyv