Kanûn 22, 2022 19:04 Asia/Tehran
  • Wezareta Îtilaatê: Endamên çar tîmên operasyonê yên MOSSAD’ê hatin desteserkirin

 Wezareta Îtilaatê ya Îranê ragihand: Hêzên me yên emnî endamên çar tîmên operasyonê yên MOSSAD’ê desteser kirin.

 Wezareta Îtilaatê ya Îranê roja Pêncşemiyê di daxûyaniyekê de ragihand ku bi hewildanên hêzên emnî ya pisporane û bêwestiyan, çar tîmên operasyonê yên MOSSAD’ê hatin naskirin û hemî endamên wan hatin desteserkirin.

 Rejîma siyonîst a sexte û cinayetkar, bi sdûwergirtina kirêt ji ajawegêriyên heftiyên derbasbûyî li hinek navçeyênavçeyên Îranê, dixwest ku bi bîjkirina tîmên operasyonê dest bi çend operasyonên terorîstî yên hevdudanî bike ku hemî terorîst zûtir hatin desteserkirin.

 Ji dawiya Îlonê va, li hinek navçeyênavçeyên curbcur ên Îranê ajawegêrî çêbûn.

 Di van ajawegêriyan de, rayedarên siyasî yên Amerîka, Rejîma Siyonîst û hinek welatên ewropî, medyayên wan û her wiha medyayên farisîziman ên dijminan yên ku ji hêla welatên rojavayî va tên piştgirîkirin bi slogana piştgiriya ji mafên gelê Îranê, bona destekdana bo ajawegêran û kesên ku ewlehiya gel aloz kirine, her karek kirin.

Hewildana Welatên Rojavayî û medyayên ser bi wan bo pêkanîna alozî û bêewlehiyê li Îranê di rewşekê de ye ku pêştir bi milyonan kes ji xelkê Îranê bona piştgiriya ji nîzam û welatê xwe û dijberiya cidî li hember alozî û ajawegêriyan derketin kolan û qadan.

Serepeyv