Kanûn 21, 2022 19:11 Asia/Tehran
  • Du gund li bakurê Iraqê ji aliyê artêşa Tirkiyê va hatin bombebarankirin

Artêşa Tirkiyê gundên Senka û Berbezînê li Herêma Kurdistana Iraqê dan ber bombeyan.

Li gorî rapora IRNAyê, Medyayên iraqî roja Çarşemiyê ragihand ku gundên Senka û Berbezînê li çiyayên Biradostê yên Herêma Kurdistana Iraqê hatin bombebarankirin.

Tirkiyê roja Şemiyê jî çiyayên Kurejareyê li Amêdiya Dihokê kiribûn armanc.

Tevî ku dewleta Iraqê heta niha bi caran ji Enqereyê xwestiye ku dawî li dagrkeriya xwe li bakurê Iraqê bîne û hêzên xwe derxîne, lê Tirkiye bi behaneya şerê dijî PKK'yê êrîşî ser axa Iraqê dike û hema wisa beşeke axa vî welatî dagir kiriye.

 

Serepeyv