Kanûn 21, 2022 14:24 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan li kêleka Civîna Baghdad-2'ê bi hevpîşeyê xwe yê siûdî ra civiya

Wezîrê karên derve yê Îranê qala amadetiya Erebistanê ji bo dewama gotûbêja bi Îranê ra kir.

Li gorî rapora ISNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê roja Çarşemiyê di twîteke bi zimanê erebî da nivîsî: Ez beşdarî Konferansa Baghdad-2'ê li Urdinê bûm da ku em tekeziyê li ser piştevaniya xwe ji Iraqê bikin. Di kêleka vê civînê da derfetek jî ji bo gotûbêja dostane digel hin hevpîşeyan ji wan wezîrên derve yên Oman, Qeter, Iraq, Kuweyt û Erebistanê pêk hat û wezîrê siûdî ji min ra qala amadetiya Erebistanê ji bo domandina gotûbêja bi Îranê ra kir.

Emîr-Ebdullahiyan beriya vêya jî digel Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê, Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê, Şêx Salim Ebdullah Sebah wezîrê derve yê Kuweytê, Ebdulfetah Sîsî serokê Misirê, Katrîn Kolona wezîra derve ya Fransayê, Şêx Muhemed Ebdulrehman Alê Sanî alîkarê serokwerzîrê û wezîrê derve yê Qeterê û Bedr Ibn Seyf Bûseîdî wezîrê derve yê Omanê hevdîtin pêk anîbû.

 

 

Serepeyv