Îran li nav pênc welatên sereke di warê Xaça Sor û Heyva Sor da ye
Serokê Rêxistina Xwebexşan a Civata Heyva Sor a Îranê got: Civata Heyva Sor a Îranê di nav 192 welatan da ketiye rêza pênc welatên sereke di warê Xaça Sor û Heyva Sor li cîhanê da.
Wehîd Selîmî Serokê Rêxistina Xwebexşan a Civata Heyva Sor a Îranê îro got: Wek sipasiya ji ber xizmetên berfireh û xwebexşane li Civata Heyva Sor a Îranê, xelata "Henry Davison" pêşkêşî vê civatê hat kirin.
Wî got: Xwebexşên Civata Heyva Sor a Îranê li gorî pisportiyên xwe, jêder û çavkaniyên hin xizmetan weke nezirkirina avê, karwanên tenduristî û dermankirinê, kampanyayên dabînkirina debara jiyanê, amûrên nivîsînê û kiryarên din ji bo civaka armanc in.
Civata Heyva Sor a Îranê di salên dawî da beşdariyeke serkeftî û bibandor ji bo alîkariya bo welatên cûr bi cûr di dema qewimîna bûyer û bobelatên xwezayî pêk aniye.
Hêzên dermanger û gihandina alîkariyê yên Civata Heyva Sor a Îranê her wiha li welatên cûr bi cûr li parezemîna Afrîqayê û deverên din ên cîhanê alîkariyên bibandor pêk anîne.