Kanûn 19, 2022 12:19 Asia/Tehran
  • Serleşker Baqirî: Artêş hertim di bereya pêşî ji bo berevaniya ji welêt da bûye

Serokê Erkantiya gişt hêzên çekdar ên Îranê tekez kir: Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji bo berevaniya ji welêt hertim di bereya pêşî da bûye.

Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê di salên dawî da di çêkirin, berfirehkirin û xurtkirina çek û alavan da bi awayê berbiçav pêş ketine.

Çêkirina cûreyên balefirên şêrr, xwefirr û alavên nû ji bo şerê elektrînîkî ji destkeftên pisporên cewan li nav hêzên çekdar da bûne.

Li gorî rapora YJC'yê, Serleşker Muhemed Baqirî Serokê Erkantiya gişt hêzên çekdar ên Îranê roja Duşemiyê got: Di mekteba îslamî da têkoşerên niştîmana îslamî keleha qahêm ji bo ewlehî û aramiya gel in û Artêşa Komara Îslamî ji destpêka serketina Înqilaba Îslamî va û di serdema Berevaniya Pîroz (şerê Iraqê dijî Îranê di dehika 1980î da) û pêkanîna hêza pêşîlêgirtinê ji bo berevaniya ji welêt û qahêmkirina ewlehî û aramiyê di rêya pêşketina welêt da, hertim di bereya herî pêşî da bûye.

Serleşker Baqirî her wiha got: Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li dû berfirehkirina alavên xwe û pêşdabirina planên operasiyonî bûye.

 

Serepeyv