Kanûn 18, 2022 19:26 Asia/Tehran
  • Komeke qaçaxa çek û ceblxaneyan li sînorê Paweyê li rojavayê Îranê hat têkbirin

 Fermandarê sînorvaniyê yê parêzgeha Kirmaşanê li rojavayê Îranê ragihand ku komeke qaçaxa çek û ceblxaneyan di encama pevçûna çekdariyê ya sînorvanan bi qaçaxçiyan re li sînorê Paweyê hatiye têkbirin.

Serdar Sipêhrî, her wiha got: Di çarçoveya rawestana li hember qaçaxa çek û ceblxaneyan û piştî wergirtina nûçeyan derheq derbasbûna qaçaxçiyên çek û ceblxaneyan bo nav welêt, sînorvanên Henga Paweyê ev yeka danîn nav destûrkara xwe.

Fermandarê sînorvaniya Parêzgeha Kirmaşanê, her wiha got: Piştî kiryarên teknîkî yên sînorvanan û çavdêriya wan erebeyeke çek û ceblxaneyan a qaçax hat rawestandin.

 Serdar Kiyaset Sipêhrî, Fermandarê sînorvaniya Parêzgeha Kirmaşanê qala têkbirina koma çaqaxa çek û ceblxaneyan di encama pevçpûna çekdariyê ya sînorvanan bi qaçaxçiyan kir û got: Di encama vê operasyonê de ji qaçaxçiyan 10 demance hatin keşfkirin û di encama pevçûna çekdariyê ya sînorvanan bi qaçaxçiyên çek û ceblxaneyan re yek ji wan qaçaxçiyan hat kuştin.

 

Serepeyv