Kanûn 18, 2022 18:52 Asia/Tehran
  • Wezîrên Karên derve yên Îran û Nîkaragûayê li Tehranê civiyan

 Wezîrên karên derve yên Îran û Nîkaragûayê derbarê meseleyên herî giring ên li gor elaqetên her du aliyan, navçeyî û navneteweyî de, hevdîtin û gotûbêj kirin.

Denis Moncada, Wezîrê derev yê Nîkaragûayê ku ser deweta Huseyn Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê serdana Tehranê kiriye, vê sibê li Wezareta karên derve, bi Wezîrê karên derve yên Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir.

 Pêştir 25 Îlonê di kêleka 77'emîn Civata Giştî ya NY'yê de, Wezîrên derve yên Îran û Nîkaragûayê li New Yorkê bi hev re şêwirîbûn.

 Biryar e di serdana Wezîrê derve yê Nîkaragûayê ya Tehranê de, çend belgeyên hevkariyê di navbera her du welatan de werin wajokirin.

Ji dema serketina Înqilaba Îslamî va heta niha, Îranê bi hinek welatan li navçeya Amerîkaya Latîn mîna Nîkaragûa, Kûba, Venezeula û Bolîvyayê re ku pêşîneyeke dom û dirêj di warê rawewstana li ber empryalîzm û îstikbara cîhanî bi serkirdetiya Amerîkayê de hene, peywendiyên baş pêk anîne.

 

Serepeyv