122 haletên ducanîbûnê ji aliyê hevjînên hemedanî yên nezok va hatin tomarkirin
Rêvebera Tenduristî, Gelhe û Malbatê ya Beşa Tenduristiyê li Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Hemedanê qala tomarkirina 122 babetên ducanîbûna pozîtîv ji aliyê cotên hemedanî yên nezok va kir û got: Hemedan di warê salmezinbûnê da, ketiye rêza çarem.
Berdarî û şiyana zarokanînê ji hêmanên herî girîng di alûgorên gelhe û nifûsa her welatekî ye û siyasetên nifûsê li cîhanê û welatên cûr bi cûr bi pirranî li dor mihwera kêmbûn an zêdebûna vê hêmanê tên darêştin. Asta berdariya giştî li Îranê di heyama sê dehikên vê dawiyê da tûşî guherîneke berbiçav bûye û ji derdora heft zarokan di sala 1979an da daketiye 1,8 zarokan di sala 2012an.
Li gorî rapora ISNA'yê, Dr. Şehla Nûrî Rêvebera Tenduristî, Gelhe û Malbatê ya Beşa Tenduristiyê li Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Hemedanê got: Ji hokarên bibandor di warê alûgorên berdarî û zaûzê da, bilindbûna temenê zewacê, zêdebûna navbira zewac û jidayîkbûna yekemîn zarok, zêdebûna navbira jidayîkbûna zarokan, zarokên tak, zêdebûna jiberbirina zarok bi qestî û ne bi qest, zêdebûna rêjeya nezokbûnê, pêvajoya koça bo bajaran, guherîna şêwaza jiyanê, zêdebûna rêjeya telaqê, rewşa aborî, civakî û çandî, mirin, koçberî û hwd in.
Şehla Nûriyê tevî amajeya bi rewşa parêzgeha Hemedê di warê berdarî û zarokanînê da, got: Niha gelheya parêzgeha Hemedanê miliyonek û 778 hezar û 793 kes û gelheya di bin sîvana piştevaniya Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Hemedanê da miliyonek û 644 hezar û 236 kes eku sedî 64 ji wê gelheya bajarî û sedî 36 jî ya gundî ye.
Rêvebera Tenduristî, Gelhe û Malbatê ya Beşa Tenduristiyê li Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Hemedanê her wiha bal kişande ser piştgiriyên vê zanîngehê ji dermankirina nezokbûna hevjînan û got: Bi piştevaniyên pêkhatî hejmara babetên ducanîbûnê yên pozîtîv di şeş mehên destpêka sala 1401ê (Koça Rojî) 122 hatiye ragihandin û em hewil didin bi zêdekirina piştevaniyan li seranserî parêzgehê, vê amarê bilindtir bikin.