Kanûn 16, 2022 16:02 Asia/Tehran
  •  Petrokîmyaya Tewrêzê liyekgihîştinnameya hevkariyê digel kompaniyeke rûsî wajo kir

Kompaniya Petrokîmyaya Tewrêzê li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ya li bakûrê rojavayê Îranê liyekgihîştinnameya hevkariyê di warê berfirehkirina peywendiyên bazirganî navbera du welatan û danûstandina teknolojiyê digel kompaniyeke rûsî wajo kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Ev liyekgihêştinnameya roja Çarşemiyê navbera Kompaniya Petrokîmyaya Tewrêzê û kompaniya Sibur'ê ya rûsî hat girêdan û warên hevkariya du aliyan bi beşdariya taxima Yekîtiya Kîmyazanên Rûsyayê (RCU) li Kompaniya Petrokîmyaya Tewrêzê û lidarxistina civînên pisporî hatin vekolandin.

Danûstandina zanista teknîkî di warên cûr bi cûr ên berhemanîn, hinardekirina berhemên Petrokîmyaya Tewrêzê bo Rûsyayê, her wiha dabînkirina madeyên seretayî ji bo Petrokîmyaya Tewrêzê ji Rûsyayê ji babetên hevkariyê li gorî vê liyekgihêştinnameyê ne.

Kompaniya Petrokîmyaya Tewrêzê mezintirîn kompaniya berhemanînê li bakûrê rojavayê Îranê ji hêla kar û pêşe û berhemênera pawanî di cûreyên plastîkên xav di nav da Polî Êtîlên, Polî-Stayrên û ABS e.

Yekîneya Polypropylene'ê li Petrokîmyaya Tewrêzê bi sermayeguzariya 20 miliyon dolarî ji bernameyên berfirehkirinê ye ku di Mijdara îsal da û bi armanca kemilandina zincîreya nirxê ya vê kompaniyê gihîşte qonaxa behrewergirtinê.

Hêjayî gotinê ye plandarêştina bo navenda Petrokîmyaya Tewrêzê di qanûna bûceya gişt a Îranê ya sala 1988an da hat pesendkirin û babetên giştî yên vê planê di Sibata 1989an da ji aliyê Taxima Rêveberiyê ya Kompaniya Neteweyî ya Pêşeyên Petrokîmyayê va hatin piştrastkirin.

 

Serepeyv