Kanûn 15, 2022 18:44 Asia/Tehran
  • Kenanî: Raya giştî bi gotinên vik û vala yên rayedarên amerîkî naxape

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê wek berteka himberî gotinên destwerdanxwazîyê yên Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê got: Raya giştî ya cîhanê yê bi gotinên vik û vala û forsên sîyasî yên rayedarên amerîkî nexape.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Nasir Kenanî wek berteka himberî gotinên destwerdanxwazîyê yên rayedarên amerîkî têkildarî karên navxweyî yên Îranê ji wan axavtina vê dawîyê ya Cêyk Salîvan (Jake Sullivan) Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê got ku dema ku mirov li rabihorî û karnameya nika û berê ya dewleta Amerîkayê mêze dike, dibîne ku mafên mirovan cîgeheke rastî di sîyaset û karê wê da tinebûye û rêjîma Amerîkayê hertim serederîyeke sîyasî û durû hibmerî mijara mafên mirovan hebûye û ew weke darê destan bi kar anîye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê axavtina vê dawîyê ya Rawêjkarê Ewlehîya Netewî yê Amerîkayê nîşaneyeke din a selimandina destwerdanê û piştgirîya vî welatî ji ajaweyên vê dawîyê li Îranê ser navê durişmên berevanîya ji mafên mirovan, mafên jinan û girtîyan zanî.

Kenanî herwiha got: Derew û sîyasîbûna forsên rayedarên Amerîkayê têkildarî mafên mirovan tam aşkira ne ji ber ku di 40 salên zexta herî zêde û boykotên neqanûnî yên dijî Îranê da, ti wextî dûhatên wan boykotan ên berfire û nemirovî têkildarî tenduristî û derbara jîyanê ya gelê Îranê berçav negirtin û neketin xemê.

Serepeyv