Kanûn 15, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Derhata 34 miliyar dolarî ya Îranê ji firotina niftê di 7 mehan da

Derhata 34 miliyar dolarî ya Îranê ji firotina niftê di 7 mehên îsal da ku du qatî derhata ji ber firotina niftê ya Îranê di 12 mehên sala 2020î ye, nîşan dide ku bandora boykotên Amerîkayê dijî Îranê kêm bûye.

Dayireya agahiyên enerjiyê ya Amerîkayê, derhata nifta Îranê di 7 mehên îsal da 34 miliyar dolar ragihandiye ku ev hejmar ji hemî derhata nifta Îranê di sala 2021ê de tenê 5 miliyar kêmtir e. Îranê di sala buhurî da 39 miliyar dolar derhata ji ber firotina niftê hebûye.

Anegorî vê yekê derhata navgîn a di mehê da ya Îranê ji firotina niftê di sala buhurî da 3.25 miliyar dolar bûye lê Îranê di 7 mehên îsal da bi awayekî navgîn di mehê da 4.85 miliyar dolar derhata ji niftê hebûye ku nîşan dide ev derhat sedî 49 zêde bûye.

Îranê di sala 2020'î de zêde ji 17 miliyar dolar û di sala 2021'ê da jî 39 miliyar dolar derhata ji ber firotina niftê bi dest xistibû û anegorî texmîna Dayireya Agahiyên Enerjiyê ya Amerîkayê, derhata Îranê ya ji ber niftê di sala 2022'an de wê bigihêje 58 miliyar dolarî.

 

Serepeyv