Kanûn 14, 2022 15:20 Asia/Tehran
  •  Matorên bi ardûya hişk û şilekî û şiyana hilgirtina 200 kg bar li Îranê tên çêkirin

Serokê Rêxistina Fezayî ya Îranê ragihand ku Îranê şiyana çêkirina matorên bi ardûya hişk û şilekî bi qabiliyeta hilgirtina 200 kg bar bi dest aniye.

Li gorî rapora Tasnim News'ê ji Girava Kîşê, Hesen Salariye Serokê Rêxistina Fezayî ya Îranê di rêûrisma vekirina dora yazdehem a Pêşangeha Asimanî ya Îranê da ku vê sibê li Salûna Kendava Farisê ya Navenda Komcivînên Navneteweyî hat lidarxistin, bi venihêrînekê li ser şiyanên pîşeya fezayî li welêt û bernameya ku ji bo pêşketin û bihêztirkirina vê pîşeyê bi cih tê, got: Me şiyana çêkirina matorên bi ardûya hişk û şilekî bi dest xistiye ku em dikarin bibêjin ji pîşeya berevaniyê derbasî pîşeya me ya fezayî bûye.

Serokê Rêxistina Fezayî ya Îranê got: Ev mator dikare barekî bi giraniya heta 200 kîlogramî di bilindahiya 500 kîlometreyî û di gerîngehên setlaytên telekom û nirxandinê da hilgire.

Hesen Salariye di beşeke din a axaftina xwe da  bal kişande ser çend asoyên girîng di pîşeya fezayî da û got: Berçavgirtina aboriya fezayê û kêmkirina girêdayîbûna wê bi sermayeguzariyên dewletê bi awayekî hêdî hêdî ji babetên di rojeva xebata me da ne; ji ber ku warê fezayê hokarek ji bo berhemanîna heyîtî û dewlemendiyê ji bo welatan e û divê ev mijar bi şêwazeke cidî bê şopandin.

Hêjayî gotinê ye, dora yazdehem a Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşeyên Asimanî û Asimangerriyê ya Îranê bi beşdariya 80 kompaniyên navxweyî û 10 kompaniyên derveyî ji welatên Rûsiye, Çîn û Êtiyopiyê û bi raberkirina dstkeftên xwe yê herî dawî di pîşeya asimanî da ji roja Sêşemiyê, 13ê Mijdara 2022an, li Girava Kîşê ya li Kendava Farisê dest pê kiriye û dê heta roja Îniyê bê domandin.

 

Serepeyv