Destpêbûna Nîşangeha Yanzdan a Pîşeya Hewayî û Esmanî ya Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338128-destpêbûna_nîşangeha_yanzdan_a_pîşeya_hewayî_û_esmanî_ya_Îranê
Nîşangeha Yanzdan a Pîşeya Hewayî û Esmanî ya Komara Islamî ya Îranê bi pişikdarîya 90 şirketên ji Îran, Ûrsêt, Çîn û Êtyopîyê li cihê nîşangehên navnetewî li Kîşê destpê bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2022 13:07 Asia/Tehran
  • Destpêbûna Nîşangeha Yanzdan a Pîşeya Hewayî û Esmanî ya Îranê

Nîşangeha Yanzdan a Pîşeya Hewayî û Esmanî ya Komara Islamî ya Îranê bi pişikdarîya 90 şirketên ji Îran, Ûrsêt, Çîn û Êtyopîyê li cihê nîşangehên navnetewî li Kîşê destpê bû.

Nîşangeha Yanzdan a Pîşeya Hewayî û Esmanî ya Komara Islamî ya Îranê îro bi amadebûna Serokê Rêxistina Esmanî ya Komara Islamî, Rêvebirê Rêxistina Geştên Esmanî ya Îranê û Cîgirê Wezîrê Pîşeyê yê Ûrsêtê destpê bû.

80 şirketên îranî û 10 şirketên bîyanî ji Ûrsêt, Çîn û Êtyopîyê bi armanca raydana dawîn destkevt û berhemên di warê pîşeya hewayî da li Nîşangeha Yanzdan a Pîşeya Hewayî û Esmanî ya Komara Islamî ya Îranê li Grava Kîşê li başûra Îranê pişikdar bûne.

Armanca lidarxistina vê nîşangeha navnetewî, sûdwergirtina ji derfetên pêşberî ên navxweyî û navnetewî bi merema danuistandina digel şirketên navxweyî û derveyî, raberkirina karayî û pêşketinên Komara Islamî ya Îranê di warê vê pîşeyê da û nasandina şirketên zanistbingeh e.

Curên balafir û xwofiran, alav û pirtîyên balafir û xwofiran, nasandin û raberkirina xizmetên hewayî û hewagerîyê, alavên balafirgehan, pille û istolên balafiran, nermalavên hewayî û xizmetên têkildarî helekopteran ji wan berheman in ku li vê nîşangehê hatine raberkirin.

Hevgavê lidarxistina Nîşangeha Yanzdan a Pîşeya Hewayî û Esmanî ya Komara Islamî ya Îranê, ``konfiransa civînên zanistî, masa çêkirin, tamîrkirin û parastina sîstemên hewayî, pîşeya helekopteran, nîqaşên têkildarî setlaytan û mûşekên setlaythilgir jî yê bi pişikdarîya welatên bîyanî werin lidarxistin.