Kanûn 12, 2022 13:37 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan twîteke bi çînî li ser rêzgirtina li yekparçetiya Îranê weşand

Wezîrê karên derve yê Îranê di twîteke bi zimanê çînî tekezî li ser rêzgirtina li yekparçetiya axa Îranê kir û ragihand: Komara Îslamî di pêwîstiya rêzgirtina li yekparçetiya axa Îranê da bi ti aliyekî ra nakeve danûstandinê.

Husên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiyê di twîteke bi zimanê çînî da wek berteka li hemberî daxuyaniya hevpar  a Çînê û Konseya Hevkariya Kendava Farisê û îdiayên hilêxistî di wê daxuyaniy da li ser sê giravên Bûmûsa, Tonba Biçûk û Tonba Mezin, nivîsî: "Sê giravên Bûmûsa, Tonba Biçûk û Tonba Mezin li Kendava Farisê pişkên cudanebûyî ji axa Îranê ya pak in û hetahetayê ayîdî vê niştîmanê ne."

Serokên welatên derdora Kendava Farisê û Çînê di daxuyaniya dawiya civîna xwe ya hevpûar da daxwaza çareserkirina mijara sê giravan di navbera Îran û Imaratê da bi awayê aştiyane kir! Ev di rewşekê da ye ku ev sê girav beşa cudanebûyî ji axa Îranê ne.

Daxuyaniya serokên welatên derdora Kendava Farisê û Çînê derdem piştî daxuyaniyeke din hat dayîn ku tê da rêberên Erebistan û Çînê ji Îranê xwestibû ku xwe ji "Destwerdana li karên navxweyî yên welatan" dûr bigire.

Wek berteka li hemberî vê daxuyaniyê, balyozê Çînê li Tehranê roja Şemiyê bo Wezareta derve ya Îranê hat bangkirin û nerazîtiya Komara Îslamî li hemberî daxuyaniya dawiyê ya serokên welatên derdora Kendava Farisê û Çînê jê ra hat ragihandin.

 

Serepeyv