Kanûn 11, 2022 19:42 Asia/Tehran
  • Nîkzad: Îran li ser yekperçetiya axa xwe henekan bi ti welatekî re nake

 Cîgirê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê bal kişand ser vê yekê ku sê girav teqez ayîdî Komara Îslamî ya Îranê ne û tekez kir ku Îran derbarê yekperçetiya axa xwe tam cidî û bi ti welatekî re henekan nake.

 Elî Nîkzad, Cîgirê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê di civîna eşkere ya roja Yekşemiyê ya meclisê de di axiftina xwe ya beriya bernameyê de bal kişand ser vê yekê ku Îranê tu pirsgirêk bi vê yekê re ku qatilê Xaşuqçî, diya  DAIŞ'ê ya manewî û çêlekê ku şîr dide Amerîkayê, bi welatên curbicur ên cîhanê re peymana ticarî girêde tine û got: Tehran vê heqê nade tu welatekî ku di nava têkiliyên aborî de, derbarê giravên îranî, gotinên pûç bike.

 Nîkzad bal kişand ser vê yekê ku selimandina serweriya tam û tekûz a Komara Îslamî ya Îranê ser sê giravan, heta hewcetî bi hilkolandina ji hêla hiqûqî û peymanên navneteweyî û belgeyên NY'yê ve tine, destnîşan kir lêgerîneke biçûk li nav entîkexaneyan û dîtina xerîteyên berê têrê dike ku were selimandin ku ev der Kendava Farisê ye, ne peyvek zêdetir ne peyvek kêmtir û ev girav tam yên Komara Îslamnî ya Îranê ne.

 Cîgirê Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got ku siyaseta Komara Îslamî ya Îranê ne serdestîxwazî ye û ne jî serdestiyê qebûl dike û got: Siyaseta cîranetiyê tim wek xaleke bingehîn a li siyaseta derve ya Komara Îslamî ya Îranê hatiye berçavgirtin û Nizama Îslamî selimandiye ku tim dost û piştgirieke mezin bo welatên cîranê xwe bûye.

Serepeyv