Kanûn 08, 2022 15:04 Asia/Tehran
  • Meytên 111 şehîdên serdema Berevaniya Pîroz derbasî Îrana Îslamî hatin kirin

Hevdem digel Pêncşemî, 8ê Kanûna 2022an, salvegera şehadeta Hezreta Fatimeya Zehrayê (S) meytên paqij ên 111 şehîdên heşt sdal Berevaniya Pîroz (Şerê sepandî yê Iraqê dijî Îranê di dehikla 1980î da) bi pêşwaziya gelê Abadan û Xoremşehrê bi rêya Çemê Ervendê derbasî Îrana Îslamî hatin kirin.

Li gorî rapora IRNAyê, serdar sertîpê pasdar Seyid Muhemed Baqirzade Fermandarê Komîteya Lêgerîna Windahiyan a Erkantiya gişt a Hêzên çekdar ên Îranê got: Meytên paqij ên van şehîdên payebilind li navçeyên operasiyonê yên serdema Berevaniya Pîroz li parêzgehên Mîsan û Besreyê li başûrê Iraqê hatine vedîtin û bi rêya Çemê Ervendê û Abadanê derbasî welêt hatin kirin.

Sertîp Baqirzade her wiha got: Meytên van şehîdan têkidlarî operasiyonên Wel-Fecra seretayî, Wel-Fecra Yek, Xeyber, Bedr, Kerbelaya Pênc, Beytulmuqedes 7 û êrîşên dijmin di sala 1988an da ye vê dawiyê hatine dîtin.

Li gorî gotina Fermandarê Komîteya Lêgerîna Windahiyan a Erkantiya gişt a Hêzên çekdar ên Îranê, meytên van şehîdan piştî veguhestina bo Ehwazê û lidarxistina rêûrisma xatirxwestin û xwendina Duaya Kumeyl, dê bo Tehranê bên veguhestin.

Tîrmeha derbasbûyî jî meytên paqij ên 35 şehîdên nû-lêgeriyayî ji sînorê navneteweyî yê Şelemçeyê li başûrê rojavayê Îranê derbasî welêt hatin kirin.

 

Serepeyv