Kanûn 04, 2022 13:43 Asia/Tehran

Serokê Erkantiya gişt ê Hêzên çekdar ên Îranê got: Kendava Farisê şev û rojê ji aliyê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê va tê şopandin.

Li gorî nûçeya Fars Newsê, serdarê serleşkerê pasdar Muhemed Baqirî Serokê Erkantiya gişt ê Hêzên çekdar ên Îranê vê sibê dema serdana baregeha şeşem a Hêza Asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li Bûşêhra başûrê Îranê, got: Ewlehiya nîveka Kendava Farisê ya bakûr li ser milê hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê ye û xweşbextane ewlehiya tam li derya û asimên berdewam e.

Serleşker Baqirî bi gotina vêya ku gerrên deryayî û asimanî şev û rojê ji aliyê hêzên çekdar va pêk tê û ev dever tê şopandin, got: Hebûna komkeştiyên mezin ên hêzên derveyî navçeyê li Kendava Farisê û Tengava Hormuzê li gorî salên pêştir gihîştiye asta herî kêm û ev nîşana ewlehiya navçeyê û îqtidara Komara Îslamî ye.

Serokê Erkantiya gişt ê Hêzên çekdar ên Îranê got: Gişt kiryarên saziyên welêt di beşa masîgirtin, neft û gazê li parêzgeha Bûşêhrê ya stratejîk û seranserî Kendava Farisê berdewam in.

 

Serepeyv