Dawîn rewşa muzakireyên rakirina boykotan; mêhwera gotûbêja Emîr-Ebdullahîyan û Borrel
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337959-dawîn_rewşa_muzakireyên_rakirina_boykotan_mêhwera_gotûbêja_emîr_ebdullahîyan_û_borrel
Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê û Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE dawîn rewşa muzakireyên rakirina boykotan û hevkarîya Komara Islamî ya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî hilkolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2022 05:57 Asia/Tehran
  • Dawîn rewşa muzakireyên rakirina boykotan; mêhwera gotûbêja Emîr-Ebdullahîyan û Borrel

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê û Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE dawîn rewşa muzakireyên rakirina boykotan û hevkarîya Komara Islamî ya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî hilkolandin.

Dewra Heştan a muzakireyên rakirina boykotên dijî Komara Islamî ya Îranê ji 27ê Kanûna sala 2021ê va destpê bû û di 11 Adara 2022yê da li gorî pêşnîyara Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE bo dewreke bêhnvedanê hat sekinandin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emîr-Ebdullahîyan û Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE Cozêf Borrêl di gotûbêjeke telefonî da dawîn rewşa muzakireyên rakirina boykotan û hevkarîya Komara Islamî ya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî hilkolandin.

Emîr-Ebdullahîyan di vê gotûbêja telefonî da ji ber rola di demajoya gotûbêj û danuistandinê da destxweşî li Borrêl kir û ji ber lewza derveyî çarçova dplomatîk a hin wezîrên ewrûpî rexne kir û got: Armancên istiratêjîk ên YE bi vî awayî bûne gorîyê berjewendîyên komên şîdetxwaz û heta terorîst ku agahîyên çewt raberî wan sîyasetvanan dikin.

Berpirsê Sîyaseta Derve yê YE jî amajeyî pêngavên ji bo vegera hemî alîyan ser sozên di rêkevtinama atomî da kir û pêgirî kir ku hewl û têkilîyên ji bo lihevkirinê didomîne.