Mijdar 30, 2022 18:11 Asia/Tehran
  • Kenanî: Welatên rojavayî çawan rê didin xwe ku dew û doza mafên merivan bikin

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Welatên weke Almanyayê çawan mafê xwe dizanin ku xwe dawakar û berevanê mafên merivan nîşan bidin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Nasikr Kenanî bi boneya roja 30yê Mijdarê wek "roja bibîranîna gorîyên çekên kîmyewî" got: Welatên rojavayî nemaze Almanya çawan xwe mafdar dizanin; di rewşekê da ku bi teyarkirina rêjîma Iraqê ya destdirêjker, ne tenê serbaz û leşker belkî jin û zarok û mêrên kurd ên Îranê li şarê Serdeştê û deverên din dan ber bombeyên kîmyewî, nika dew û doza mafên jinên kurd bikin?

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Meriv çawan dikare bawer bike; rêjîma ku ev qas cinayeta dijî mirovantîyê ne di dîroka buhurî da belkî di dîroka hevçerx di dehsalîyên vê dawîyê da dijî gelekî kirine, nika bêşermane alahilgira berevanîya ji mafên jinên me be? Ma eva tiştek bilî durûtîya aşkira ye? Eva bi rastî sedema şermê ye.

 

Serepeyv