Mijdar 30, 2022 14:32 Asia/Tehran
  • Rêberê Înqilabê bo Sûdanî:

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di hevdîtina digel serokwzîrê Iraqê da bi gotina vêya ku hin dijminên pêşketina vî welatî hene, got: Divê hûn bi palpiştiya bi gel û hêzên ciwan û bivîn ku li hemberî xetereya DAIŞê ya mezin û wêranker ser ketin, bi xurtî li dijî îradeya dijmin rawestin.

Li gorî rapora Navenda Ragihandinê ya Ofîsa Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Duişemiyê di hevdîtina digel Muhemed Şiya' Sûdanî serokwezîrê Iraqê û taxima pê ra, ev welata wek welatê erebî ya herî baş li navçeyê ji hêla heyîtiyên xwezayî, mirovî û raboriya çandî, dîrokî û şaristaniyetê zanî û got: Mixabin tevî hebûna pêşîneyeke wiha, Iraqê hîn jî nekariye di cîgeha xwe ya rasteqîn û bilind da cih bigire û hêvî heye ku bi hebûna cenabê te, Iraqê pêşkeftin û cîgeha xwe ya rasteqîn bi dest bixe.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir: Pêşketina Iraqê û gihîştina bo cîgeha xwe ya rasteqîn li ser xêra Komara Îslamî ye.

Wî wek pêdiviyeke bingehîn ji bo gihîştina Iraqê bo cîgeha xwe ya rasteqîn, dest danî ser hevgirtin û yekîtiya çîn û bereyên hundirê Iraqê û got: Ji pêdiviyên din ên vê pêşketinê, sûdwergirtina herî zêde ya hêzên ciwan û bivîn ên Iraqê ye.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha tevî amajeya bi gotinên serokwezîrê Iraqê li ser vêya ku li gorî Qanûna Bingehîn em rê nadin ti aliyekî ku ewlehiya Îranê aloz bike, got: Mixabin niha ev yek li hin deverên Iraqê diqewime û tenha rêkara wê ev e ku dewleta navendî ya Iraqê îqtidara xwe berfirehî wan deveran jî bike.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî tekez kir: Helbet nêrîna me li ser ewlehiya Iraqê ev e ku, eger aliyekî dil hebe ku ewlehiya Iraqê tevlihev bike, em ê sîngê xwe li hemberî wî û ji bo parastina Iraqê bikin mertal.

Hezretê Ayetullah Xamineyî tevî tekeziya li ser vêya ku 'Ewlehiya Iraqê, ewlehiya Îranê ye, hema wisa ku ewlehiya Îranê jî li Iraqê bibandor e", bal kişande ser gotûbêjên duh ên serokwzîrê Iraqê li Tehranê û got: Di dewreyên berê jî gotûbêj û lihevtêgihîştinine baş pêk hatin, lê kêmtir bi cih hatin; loma divê em derbarê hemî lihevtêgihîştinan nemaze di beşa hevkariyên aborî û danûstandina kelûpel û têkiliyên rêya hesin ber bi pêngavrakirin û kiryarê va biçin.

 

Serepeyv