Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Besîc divê li qada zanistê amade be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337844-rêberê_mezin_ê_Înqilaba_Îslamî_besîc_divê_li_qada_zanistê_amade_be
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xitabî besîciyan got: Besîc divê di qada zanistê da amade be.
(last modified 2026-09-02T15:58:59+00:00 )
Tesrîn 26, 2022 09:07 Asia/Tehran
  • Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî: Besîc divê li qada zanistê amade be

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xitabî besîciyan got: Besîc divê di qada zanistê da amade be.



 

Bi boneya Hefteya Besîcê roja Şemiyê komeke mezin a besîciyan bi amadebûna li Huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) digel Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hevdîtin pêk anî.

Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di vê hevdîtinê da tekez kir: Hûn besîciyên îro û pêşerojê mixatebên vê gotarê ne; Besîc tenê ji bo meydana leşkerî nîne, Besîc divê di qada dîn û zanistên madî da amade be.

Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî her wiha got: Di qada zanist û lêkolînê da Besîc kêrhatî bû, hem di bûyera Koronayê û hem jî ji bilî Koronayê, zanyarên me yên navokî besîcî bûn.

Hezretê Ayetullah Xamineyî got: Besîc çanda xizmetkirina bêyî nîşandanê bo gel e; Besîc çanda têkoşîna bêyî çaverêtiyê ye.

Şiroveya gotinên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî dê piştra were weşandin.