Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê pêşhatên herî dawîn ên navçeyî û navneteweyî gotûbêj kirin
Wezîrên karên derve yên Îran û Pakistanê li ser pêşhatên dawî û peywendiyên dualî û navneteweyî gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Karûbarên Berdevkiyê ya Wezareta Karên Derve, “Husên Emîr-Ebdullahiyan” Wezîrê Karên Derve yê Îranê, ji helwesta Pakistanê ya li babeta şermezarkirina kiryara terorîstî ya DAIŞ`ê li mezargeha Hz. Şahçirax (e.s) li Şîrazê qedirzanî kir û dîsa xemgînî û hevxemiya xwe li hember bûyera lehiya vê dawiyê li Pakistanê derbirî û li ser amadetiya Komara Îslamî ya Îranê ji bo piştevanîkirina dewlet û gelê rêzdar ên Pakistanê ji bo kêmkirina êş û azarên wan tekez kir.
Wezîrê karên derve yê Îranê kêfxweşiya xwe ji berfirebûna peywendiyên dualî yên Têhran û Îslamabadê diyar kir û li ser hevkariyên zêdetir li karûbarên Efxanistanê û bi taybetî alîkariya ji bo çareserkirina kêşeya penaberên efxan pêgirî kir.
Bilawel Bhuto Zerdarî wezîrê karên derve yê Pakistanê jî behsa peywendiyên dîrokî û dostane yên Îran û Pakistanê li warên curbicur kir û li ser berfirehkirina hevkariyên her du welatan li warên dualî, navçeyî û navneteweyî pêgîrî kir.
Wezîrê karên derve yê Pakistanê herwiha diyar kir ku hikûmeta wan li dij bikaranîna tundûtûjî û kiryarên terorîstî wek amûrên nîşandana nerazîbûnê ye.
Peywendiyên Îran û Pakistanê ji dema serxwebûna Pakistanê hatin damezrandin û heya vê demê berdewamdikin û di van salên dawî de peywendiyên Tehran û Îslamabadê di warên curbicur de geş û berfire bûne.