Mijdar 14, 2022 16:27 Asia/Tehran
  • Kenanî: Derxistina biryarnameyê li Ajansê ti alîkariyekê bo çareserkirina meseleyên çavdêriyê nake

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Dayîna biryarnameya li dijî çalakiyên navokî yên aştiyane yên Îranê li Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ti alîkariyekê bo çareserkirina meseleyên çavdêriyê nake.

Nasir Kenanî Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro di civîna hefteyî digel nûçegihanan derbarê serdana hefteya derbasbûyî ya taximekê ji Îranê bo Viyenê û hevdîtina digel rayedarên Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê got: Îranê hewildanên xwe yên avaker têkildarî ajansê bi mebesta çareserkirina pirs û nediyariyên çavdêriyê didomîne û gotûbêjên bi ajansê didomin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Taximeke Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê di rojên bê da dê serdana Îranê bike û digel rayedarên Komara Îslamî derbarê dewama hevkariyên dualî biaxive.

Kenanî têkildarî helwêstên dijî Îranê ji aliyê Amerîka û sê welatên ewropî (Almanya, Inglîz û Fransa) tevî danûstandina nêzik û berdewam a Îranê digel Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê got: Mixabin reftara bilezûbez û neavaker a van welatan didome û ew hewil didin ajansê ji bo armancên siyasî bi kar bînin û wê bikin amûrek ji sepandina zexta siyasî li dijî Îranê.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tekez kir: Dayîna biryarnameyê li Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê ti alîkariyekê ji bo çareserkirina meseleyên çavdêriyê nake û Komara Îslamî ya Îranê aliyên ewropîê bo reftara digel hişmendî û tevdîrê û hereketa ber bi dîplomasiyê vedixwîne, ne ku hereketa ber bi reftarên neavaker ku pêvajoya dîplomatîk tûşî nakokiyê tîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê êrîşa mûşekî û bi xwefirran a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî li ser Herêma Kurdistana Iraqê, got: Komara Îslamî ya Îranê derbarê ewlehiya xwe û gefên ku ji aliyê Kurdistana Iraaqê va dê dijî Îranê hebin û derheqê çalakiyên komên terorîstî yên cudatîxwaz bêdeng nemîne û li gorî qanûnên navneteweyî dê ewlehiya xwe û welatiyên xwe biparêze.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê gotinên dijî Îranê yên Îlham Eliyêv serokê Komara Azerbaycanê got: Siyaseta Îranê li ser esasa berfirehkirina têkiliyê digel welatên cînar e û Komara Azerbaycanê jî îstîsna nîne; lê ti elatekî mafê xwe tuneye ku vê siyasetê şaş fam bike û bêdengî û sebra Îranê wek lawazî bibîne. Siyaseta Îranê bi welatên cînar ra li gorî parastina cînaretiyê ye, ragihandina helwêst û giliyan li medyayan alîkarî nake.

 

Serepeyv